Operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya li hemberî Cerablûsê berdewam e. Rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê aşkera kirin ku, eger hêzen YPG xwe venekişînin Rojhilatê Çemê Firatê, ew ê êrîşî YPG bikin. Niha metirsî ew e ku di navbera hêzên YPG û Artêşa Tirkiyeyê de şer derkeve. Akademîsyenên zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ev metirsî û rewşa heyî ji bo Orîent Newsê nirxandin.